Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
- Rojane
- |
- 30 Tebax 2024 15:28
- |
MÊRDÎN - Lingê ciwanê ku di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de birîndar bû, şikest.
Wesayîta polîsan a zirxî, li herêma Dortyol a Nisêbîn a Mêrdînê li Ûmût Aslan (20) dema bi motosîkleta xwe diçû da. Aslan ê bi bandora lêdane kete erdî birîndar bû. Aslan ê piştî qezayê bi ambûlansa gazî cihê bûyerê hate kirin rakirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tê dermankirin.
Hate diyarkirin ku bi bandora lêdanê lingê Aslan ê xetereya jiyana wî nîne, şikestiye.