Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
- Rojane
- |
- 28 Tebax 2024 20:18
- |
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, li seranserê bajêr gelek qad wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kirin.
Walîtiya Şirnexê, gelek qadên girêdayî navendê û navçeya Silopiya, Basa, Qileban û Elkê heya 15 rojan wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kirin. Di nava van qadan de hin deverên girêdayî Besta, Gabar, Cûdî û Faraşînê jî hene. Qedexe wê heya 13 Îlonê bidome.