Li Stenbolê rojnamevan dê ji bo Tara û Bahadîn çalakiyê li dar bixin
- Rojane
- |
- 25 Tebax 2024 15:19
- |
STENBOL - Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyê hatine qetilkirin dê li Qada Şîşhaneyê çalakî bê lidarxistin.
Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir.
Bertekên li dijî qetilkirina rojnamevanan didomin. Di pêşengtiya rojnamevanên jin dê li Qada Şîşhaneya Stenbolê di 26’ê tebaxê de qetilkirina Tara û Bahadîn dê bê şermezarkirin.