Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo bombebaran kir.
 
Li gorî nûçeya ANHA'yê; balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo ya li Taxa Enteriyê bombebaran kir. 
 
Di encama êrişê de birîndar çêbûn û ziyana madî pêk hat.
 
Piştî êrişê tîmên tenduristiyê û ewlekariyê çûn cihê êrişê. Li herêmê tedbîrên berfireh hatin girtin û destûra hatin û çûnê nayê dayîn.