Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 21 Tebax 2024 21:17
- |
ÇEWLIG – Li navçeya Solaxan a Çewlîgê Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan ya 96 salî jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan ya 96 salî ku seranserê jiyana xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê têkoşîn meşand, li gundê Omeran a Solaxan a Çewlîgê li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Ayhan ya pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn û nîvê bedena wê felç bû li gundê wê hat definkirin.