Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
- Rojane
- |
- 18 Tebax 2024 22:29
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kanîreş a Çewligê bi pileya 4.1 erdhej pêk hat.
Li navçeya Kanîreş a Çewligê bi pileya 4.1 erdhej pêk hat. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê erdhej saet di 21.15’an de 7 kîlometre di kurahiya erdî de çêbû. Erdhej bû sedemê tirsê.
Walîtiya Çewligê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê tu windahiyên can û mal nînin.