Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
- Rojane
- |
- 16 Tebax 2024 19:53
- |
ÊLIH - 6 kesên ku ji ber gerandina govendê hatibûn girtin ji girtîgeha Tîpa M ya Êlihê hatin tahliyekirin.
Li navçeya Misirc a Sêrtê kesên bi navê A.T. (17), S.T. (17), Edanur Taşkesen (19) û Tulîn Taşkesen (21) ji ber li ber muzîka Kurdî govênd gerandibûn hatibûn girtin. Kesên hatibûn girtin hatin berdan.
Rêveberên DEM Partî û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber girtîgehê çar jin bikulîlkan pêşwazî kirin.