Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
- Rojane
- |
- 16 Tebax 2024 15:30
- |
MÊRDÎN - Li Mêrdînê kesên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li navçeyên Artûklû, Qoser, Nisêbîn û Şemrexê duh di serdegirtinên malan de 14 kes hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku welatî ji ber parvekirinên li ser medya dîjîtal hatine binçavkirin û piştî îfade dane midûriyeta polîsan hatine berdan.