Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
- Rojane
- |
- 16 Tebax 2024 14:02
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hama yê Sûriyeyê bi mezinahiya 5,2 û 4,2 du car erd hejiya. Erdhej li Hatayê û Dîlokê jî hat hezirkirin.
Li gorî agahiya di malpera Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) cih digire; li bajarê Hama yê Sûriyeyê ku 120 kîlometre dûrî navçeya Yayladag a Hatayyê ye bi mezinahiya 5,2 û 4,2 du caran erd hejiya.
Erdhej saet di 13.18'an de pêk hatiye û 7 kîlometre din erdê de çêbûye.
Hat ragihandin ku erdhej li Hatay û Dîlokê û gelek bajarên din jî hatiye hezikirin.