Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

Parve bike:
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Li Îzmîrê vê sibehê polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de B.D., A.K., F.O., H.Ç., O.B. û S.E., jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Hat diyharkirin ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye û hevdîtina parêzeran 24 saet hatiye qedexekirin.