Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
- Rojane
- |
- 11 Tebax 2024 10:16
- |
STENBOL - Polîsan şevê din li navçeya Esenyurtê bi ser dawetekê de girtin. Xwediyên dawetê û muzîkjen jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Polîsan şevê din li Taxa Pinarê ya navçeya Esenyurt a Stenbolê bi hinceta “stranên siyasî tên gotin” bi ser dawetekê de girtin. Xwediyê dawetê û muzîkjen jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Welatiyên binçavkirî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û birin Qereqola Kiraçê. Ji 8 kesan 5 jê piştî îfadeyan hatin berdan û 3 kes jî hêj binçavkirî ne.