'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
- Rojane
- |
- 31 Tîrmeh 2024 07:26
- |
AMED – Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nivîsên kurdî yên bi biryara walîtiyê hatinbûn jêbirin cardin nivîsandin.
Nivîsên kurdî yên wekî "Pêşî Peya" û "Hêdî" yên li ser rêyan ji bo hişyarkirina wesayîtan hatibûn nivîsandin, bi biryara walîtiyê hatibûn jêbiririn. Şaredariyê cardin heman nivîs nivîsandin.