Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin

Parve bike:
MÊRDÎN - Li gundên Herêma Omeryanê ya Nisêbînê ji bo 15 rojan “Herêma ewlehiya taybet” hate ragihandin. 
 
Walîtiya Mêrdînê gundên Xerabreşk, Talatê, Cibilgirav û Çalê yên li Herêma Omeryan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet” ragihand. Walîtiyê got ku herêma behsa xeberê di navbera 30’ê tîrmehê û 13’ê tîrmehê de weke “herêma ewlehiya taybet” hatiye ragihandin.