Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin

Parve bike:
WAN - Di encama serdegirtinên malan ên li Wanê de Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Wanê bi ser gelek malan de girtin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û binçavkirî li emniyetê tên ragirtin.