Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
- Rojane
- |
- 26 Tîrmeh 2024 13:09
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê duh bi şev 15 gundên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin.
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê duh bi şev, gundên Şewarxe, Merenaz, Malikiyê, Tat Mereş, Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hirbil, Um Hoş, Til Medîq, Til Çaçan, Şeala gundê Seyda û Til Rehal ên kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin. Li gel bombebaranê hat zanîn ku balefirên keşfê yên bêmirov jî bi ser herêmên bombekirî geriyane. Têkildarî zirara ji ber êrişan çêbûye tu agahî nehatin bidestxistin.