Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
- Rojane
- |
- 25 Tîrmeh 2024 13:59
- |
HATAY - Di konteynerên mexdûrên erdhejê yên li Hatayê de şewat derket.
Li Navenda Jiyanê ya Demkî ya Bogazliyan a li navçeya Kirikhan a Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê hatibû avakirin de ji ber tesîsata ceyranê şewat derket. Komên tenduristî û agirkujiyê li herêmê hatin sewqkirin. Şewat, di demekî kin de li konteynerên derdorê belav bû. Komên agirkujiyê mudaxile kirin û şewat vemirandin.
Ji ber şewatê 10 konteyner şewitîn.