Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
- Rojane
- |
- 25 Tîrmeh 2024 10:11
- |
ENQERE - Di dema protestokirina qanûna qetilkirina ajalan de 4 aktîvîst hatibûn binçavkirin. Her 4 aktîvîst jî hatin berdan.
Aktîvîstên mafên ajalan bi pêşengtiya Qanûnên ji bo Jiyanê û Înîsiyatîfên Ajal Jiyan Azadî xwestin li dijî “kuştina ajalan” ji Cadeya Sakaryayê heta Parka Kuguluyê bimeşin. Polîsan êriş krin û 4 aktîvîst hatin binçavkirin.
Her 4 kesên birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê piştî karûbarên li vir di nîvşevê de hatin berdan.