Li Pasûrê protestoya madenan
- Rojane
- |
- 24 Tîrmeh 2024 15:23
- |
AMED - Welatiyên navçeya Pasûrê kemçeyên ji bo xebatên madenê anîn Zoma Hasandinê dan sekinandin û bertek nîşan dan.
Xebatên madenê yên krom û hesin ên li Zoma Hasandinê ya navçeya Pasûr a Amedê hatin destpêkirin, rastî bertekên gel hat. Wesayîtên sondajê yên şîrketên navenda wan Îzmîr, tevî leşkeran hatin herêmê. Gelek welatiyan bertek nîşan dan û pêşiya kemçeyan girtin. Kanên madenê dê bandoreke neyînî li ser gundên Nêrçik, Şînas, Dimilyan, Hêlin û Beyrokê bike û welatiyan gotin ku ew li dijî vê ne.