Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
- Rojane
- |
- 23 Tîrmeh 2024 15:47
- |
MÊRSÎN - Zaroka 13 salî N.E. îro di danê sibehê de li Mêrsînê winda bû û agahî jê nayên girtin.
Zaroka bi navê N.E. ya 13 salî ku li Taxa Adanalioglû ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê dijiya, ji saetên serê sibehê ve winda ye. Malbata ku ji serê sibehê ve agahiyan ji keça xwe nagire, çûn cem polîsan û serlêdana windabûnê kir.
Malbatê xwest ku keça wan N.E. tavilê were dîtin.