Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
- Cîhan
- |
- 23 Tîrmeh 2024 14:11
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmeke Eyaleta Herêmî ya Başûrê Etîyopyayê, roja Duşemê piştî baranê hezaz çêbû û herî kêm 146 kes jiyana xwe ji dest dan.
Midûrê têkîliyên bi Gel re ya Herêma Îdarî ya Gofayê, Habtamu Fetena daxuyanî da û got: “96 mêr û 50 jin di nav de, bi giştî 146 cenaze hatin dîtin û xebatên lêgerînên hîna dewam dikin. Dibe ku hejmara miriyan, zêdetir bibe.”