Balafirên şer Metîna bombebaran kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk Çiyayê Metînayê û derdora wê bombebaran kirin. 
 
Balafirên dewleta tirk Çiyayê Metînayê yê li Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Çiyayê Metînayê yê li ser sînorê gundê Guherzê yê Amediyê ya Dihokê di saetên serê sibehê de hate bombebarankirin.  
Hat zanîn ku bombebarana li herêmê ev demekî dirêje didome û ziyan gihiştiye xelkê herêmê.