Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
- Rojane
- |
- 19 Tîrmeh 2024 09:49
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna barana zêde hişyarî da 6 bajaran.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rojane parve kir. Li gorî raporê dê deverên bakur û hundir ên Tirkiyeyê û deverên bakur ên bakurê Kurdistanê dê biewr bin; li Edîrne, Kirklarelî, Bolu, Karabuk, Amasya, Ordu û Colemêrgê û deverên bakur û rojhilatê Wanê barîneke zêde bibare û birûsk hebin. Hat ragihandin ku dê li herêmên qeraxa Behra Reş, Artvîn, Qers û Erdexanê û li navçeyên bakur û rojhilatê Erziromê baraneke zêde bibare.
HIŞYARIYA BI KODA ZER
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Agirî, Artvîn, Erzirom, Gîresun, Qers, Rîze, Trabzon û Erdexanê bi koda zer hişyarî kir.