Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
- Rojane
- |
- 18 Tîrmeh 2024 10:37
- |
AMED - Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê gelek nexweş, refeqetvan û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarina duh nîvro xwarin jehrî bûn.
Ji ber xwarina duh nîvor dan Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê gelek nexweş, refeqetvan û xebatkarên tenduristiyê jehrî bûn. Kesên xwarina ji bo 2 hezar kesan ji aliyê Avşarlar Yemekçîlîkê ve hate belavkirin xwarin jehrîbûn û ji ber mîdeyê xwe aciz bûn. Tedawiya xebatkarên tenduristiyê, nexweş û refeqetvanan didome.
Ji ber acizbûna mîdeyî gelek kesan serî li beşa lezgîn da.