Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zonguldakê di kaneke madenê ya bêrûxset de hezaz çêbû. Karkerek di bin hezazê de ma. 

 
Li kana madenê ya bêrûxset a li Kolana Yaylayê ya Taxa Bolumê ya navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê ji ber sedemên nediyar hezaz çêbû. Piştî agahdarkirinê, komên polîs, tenduristvan û AFAD’ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Ji bo xelaskirina karkerê di bin hezazê de maye xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin destpêkirin.