Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran. 
 
Li gorî rapora rojane ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, dê gelemperiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biewr be. Tê payîn ku li hinek bajaran jî baraneke zêde bibare. 
 
Tê texmînkirin ku li derdora bajarên Artvîn, Erzirom, Qers, Erdexan, Bolu, Çankiri û bakurê Enqereyê barîneke zêde bibare.