Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
- Rojane
- |
- 15 Tîrmeh 2024 17:34
- |
ÎZMÎR - Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê li qada daristanê şewat derket û 3 kes bi şewitîn û mirin.
Li mewkiya gundê Deliklî ya bi ser navçeya Çeşmeya Îzmîrê ve li qada daristanê şewat derket û bi hatina bayê re belav bû. Şewat nêzî hin malan bû û ji bo tevdîrê tehliye hatin destpêkirin. Yek jê zarok 3 kesên ku ji cihê şewatê nehatin tehliyekirin, di şewatê de mirin.
Hat ragihandin ku tîmên agirkujiyê ji esmanî û bejahiyê ve mudaxileyî agir dikin.