Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê rêya M4’ê û herêmên çoltar ên Eyn Îsayê bombebaran kirin û welatiyek qetil kirin. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dewleta tirk û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişê rêya M4’ê û herêmên çoltar ên Eyn Îsayê kirin. 
 
Di encama bombebaranê de Xetab Remezan Seîd birîndar bû û welatiyê bi navê Xalid Rîda Hacî Ebdo jî jiyana xwe ji dest da.