Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
- Rojane
- |
- 13 Tîrmeh 2024 11:09
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê ragihand ku şeva borî li bajarê Silêmaniyê di operasyonekê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Li gorî Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihandiye, şeva borî li bajarê Silêmaniyê di operasyonek a hêzên wan de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Dezgeha Dijeterorê ya Silêmaniyê da zanîn ku operasyon bi hemahengiya li gel Asayîşa Herêmê hatiye lidarxistin.