Li Nisêbînê mirina biguman
- Rojane
- |
- 12 Tîrmeh 2024 13:10
- |
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê Şehmûs Dildar Keskîn ê 18 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Li Sûka Qaçaxçiyan a li Taxa Mor Yakûp a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Şehmûs Dildar ê 18 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Tîmên hatin cihê bûyerê bi cenazeyê Keskîn re rûbirû man.
Cenazeyê Keskîn ê hate îdiakirin ku bi çekê întîhar kiriye bi ambûlansê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.