Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Mûrat Mîrza Îbrahîm ku di êrişa hewayî ya dewleta tirk a li dijî Şengalê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. 
 
Dewleta tirk bi di 8’ê tîrmehê de bi Balafira Biçek a Bêmirov (SÎHA) li Şengalê wesayîteke ku xebatkarên Çira TV û Çira FM tê de bûn hedef girt û di encama êrişê de 3 kes birîndar bûn. Di êrişê de 4 kesên ku ji heman malbatê bûn û di rê de derbas dibûn jî birîndar bûn. 
 
Yek ji rojnamevanan Mûrat Mîrza Îbrahîm ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû duh jiyana xwe ji dest da.