Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
- Rojane
- |
- 11 Tîrmeh 2024 12:59
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya HPG’ê ya di ANF’ê de cih girt, hate diyarkirin ku li Qada Girê Bahar helîkoptereke Skorskyê hatiye xistin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de cih digire de hate diyarkirin ku helîkoptereke Skorskyê ya dewleta tirk hatiye xistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Qada Girê Bahar a li rojavayê herêma Zapê di 10’ê tîrmehê saet 23.40’an de helîkopterek hatiye xistin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku cihê helikopter hatiye xistin ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombebaran kirin.