Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin

Parve bike:
ÎZMÎR - Wezareta Karên Hundir ragihand ku li navçeya Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatine dîtin û 19 penaber jî hatine rizgarkirin. 
 
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya got ku li derdora Karaada ya navçeya Çeşme ya Îzmîrê keştiyeke masîvanan cenazeyê penaberekî dîtine û li ser vê yekê komên ewlehiya qeraxê li herêmê hatine sewqkirin. Yerlîkaya, da zanîn ku di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de cenazeyên 7 penaberan hatine dîtin û 19 penaber jî hatine rizgarkirin. 
 
Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmê didomin.