Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
- Rojane
- |
- 8 Tîrmeh 2024 11:22
- |
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa “rêdayînê” derket. Polîsan îdia kirin ku mafê derbasbûnê rêyê yê ewil ê wan e.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera polîsên wesayîta zirxî diajotin û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê derket. Polîsê ku li ser Cadeya Orhan Dogan wesayîta zirxî diajot, bi ajokarê wesayîteke sivîl a ji kolanên navberê derketî re nîqaş kir. Polîsan îdia kirin ku mafê derbasbûna ewil a rê yê wan e û bi nîqaş çûn.