Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
- Rojane
- |
- 7 Tîrmeh 2024 19:57
- |
MÛŞ - Li gundê Baxçe yê bi ser navçeya Milazgirê ve Nazar Karataş a 20 salî bi lehiyê re çû û jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Baxçe yê bi ser navçeya Milazgira Mûşê ve piştî barana zêde ku bariya lehî rabû. Nazar Karataş (20) û dayika xwe ku li nav zeviyên xwê dixebitîn bi lehiyê re çûn. Dayikê xwe rizgar kir û Nazar Karataş jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê rakirin morga nexweşxaneyê.
Ji ber lehiyê li gund xesarek mezin jî çêbû û gelek mal û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.