Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
- Rojane
- |
- 5 Tîrmeh 2024 14:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - UEFA’yê 2 maç ceza li Merîh Demîral ê piştî di maça Avûstûryayê de gol avêt îşareta “bozkûrtê” kiribû birî.
UEFA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber îşareta “bozkûrt” a lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral a di maça Avûstûryayê de piştî gol avêtibû kiribû, cezayê dûrxistinê yê ji 2 maçan li Demîral hatiye birîn. Ji ber vî cezayê hatiye dayîn Demîral dê nikaribe di maça Hollanda û Tirkiyeyê ya ku dê sibê bê lîstin de bilîze.