Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 27 Hezîran 2024 14:42
- |
ENQERE - Girtî Şefîk Esen, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Girtî Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê dihat ragirtin û ev 40 roj bûn li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Esen dê li gundê Beşpinar ê navçeya Xana Axpar a Amedê were definkirin.
Li gorî agahiyan; Esen, par di meha kanûnê de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin. Hat zanîn ku gelek nexweşiyên kronîk ên Esen hebûn.