Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
- Rojane
- |
- 25 Hezîran 2024 10:47
- |
STENBOL - Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê pankarta “Qeyûm bicehime” bi Kuleya Galatayê ve kirin û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Stenbolê Kezban Konûkçû û Ozgul Sakî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi daliqandina pankarta “Qeyûm bicehime” ya bi Kuleya Galatayê ya li Beyoglûyê ve şermezar kirin.
Parlamenteran piştî pankarta ku daliqandin dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm dê biçin, em ê bimînin” berz kirin.