Li dijî Starbucks û Burger Kingê êriş hate kirin
- Rojane
- |
- 23 Hezîran 2024 10:56
- |
AMED - Li Amedê komekê êrişî şaxên Burger King û Starbucksê kir.
Komekê li Amedê êrişî şaxa Starbucks a li Bulwara Mahabadê ya li navçeya Peyasê û şaxa Burger King a li navçeya Sûrê kir. Koma ku ziyanên madî gihandî kargehan, li dijî Îsraîlê dirûşm berz kir. Di heman demê de hinek xebatkar û mişterî jî derb kirin. Balkêş e ku polîsan mudaxileyî komê nekir.