Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
- Rojane
- |
- 22 Hezîran 2024 08:16
- |
MÊRDÎN - Duh bi şev li herêma Omeriyan a Mêrdînê şewat derketibû û di encama mudaxileya gundiyan de şewat hat kontrolkirin û vemirandin.
Li gundên Alûca, Zeytûna, Xirbê Kalo û Qûrdîsê yên dikevin herêma Omeriyan a Mêrdînê duh şewat derketibû. Gundiyan mudaxileyî şewatê kir û paşê tîmên agirkujiyê xwe gihandin cihê bûyerê û mudaxile kirin. Nîvê şevê şewat hat kontrolkirin û vemirandin. Xebatên sarkirina herêma şewatê didomin.
Di şewatê de qada bi sedan donim şewitî.