Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
- Rojane
- |
- 21 Hezîran 2024 14:23
- |
AMED - Li Erxeniyê di nav zeviyên çandiniyê de şewat derket. Gundiyan û tîmên şaredariyê mudaxileyî şewatê kirin.
Li gunên Xeltûşka, Meyadûn û Zengetil ên bi ser navçeya Erxeniya Amedê ve di nav zeviyên çandiniyê de şewat derket. Şewat li du nokteyan derket û gundiyan û tîmên agirkujiyê yên şaredariyê mudaxileyî şewatê kirin. Şewat hat kontrolkirin. Sedema derketina agir nehat zanîn û xebatên sarkirinê berdewam dikin.