Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
- Rojane
- |
- 19 Hezîran 2024 10:32
- |
STENBOL - Endamên HDK’ê pankarta “Bicehime qeyûm” bi keştiyek ve daliqandin û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê şermezar kirin.
Nerazîbûn û hêrsa li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê berdewam dike. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê pankarta “Bicehime qeyûm” bi keştiyek ku sefera Kadikoyê û Beşîktaşê dike ve daliqandin û sepana qeyûm protesto kirin.