Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 18 Hezîran 2024 13:43
- |
WAN - Girtiyê edlî Mecît Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihate ragirtin, duh li revîra ku birinê jê re hate gotin ku “tiştekî te nîne” û piştî ku şandin qawişê demekî kurt krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê edlî Mecît Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin duh piştî aciz bû birin revîra girtîgehê. Yilmaz ê ku bijîjkên revîrê jê re gotin ku “tiştekî te nîne” û şandin qawişê, piştî demekî kurt krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Yilmaz ji bo kirariyên otopsiyê birin morga Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Piştî kirariyan cenazeyê Yilmaz li goristana Taxa Îskele ya navçeya Tûşba ya Wanê hate veşartin.