Li Efrînê du bira hatin revandin
- Rojane
- |
- 17 Hezîran 2024 19:49
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 bira revandin.
Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyên bi navên Mihemed Zimcî Mûrad (35) û birayê wî Fayîq Zemcî Mûrad (33) revandin. Her du bira li bajarokê Sefraya girêdayî Cindirêsê hatin revandin û nayê zanîn bê ka her du bira birine li ku derê.