DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
- Rojane
- |
- 14 Hezîran 2024 13:35
- |
ENQERE - Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê têkildarî salvegera Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê banga têkoşîna hevpar kir.
Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Bozgeyîk û Sevtap Akdag têkildarî salvegera 54’emîn a Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê hezîranê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bi gotina “Dem ew dem e ku hemû mûxalefeta civakî divê li dijî faşîzma ku bilind dibe bi ruhê têkoşîna hevpar û rewa ya berxwedana 15-16’ê Hezîranê derxistiye holê li eniya demokratiğe bê bahev” banga têkoşîna hevpar kir.