Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
- Rojane
- |
- 12 Hezîran 2024 16:04
- |
AMED - Parêzer di doza Tahîr Elçî de bêyî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike, eywana danişînê terk kirin û li ber edliyê daxuyanî didin.
Danişîna 11’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Minara Çarling a Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû kuştin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzeran helwesta heyeta dadgehê protesto kirin û bi lêdana çepikan eywana danişînê terk kirin.
Parêzer li ber edliyeyê sekinîne û li benda eşkerekirina biryarê ne.
Tê payîn parêzer daxuyaniyê bidin.