Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
- Rojane
- |
- 12 Hezîran 2024 11:54
- |
STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê 2 kesan bi çekan êrişî nexweşxaneyeke taybet kirin.
2 kesên nasnameya wan nehate diyarkirin bi çekan êrişî nexweşxaneyeke taybet a li ser Cadeya Îkîtellî ya Taxa Ataturk a girêdayîn navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê kirin. Êrişkarên bimotosîklet 7 destên guleyan berdan û ji cihê bûyerê reviyan. Gule bi camên nexweşxaneyê ketin. Di bûyerê de kes birîndar nebûn û nemirin.