Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 12 Hezîran 2024 11:23
- |
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê wesayîtekê li zarokê bi navê Ramazan Denlî da û Denlî jiyana xwe ji dest da.
Zarokê 3 salî Ramazan Denlî dema li navçeya Hezexê ya Şirnexê tevî dayika xwe li sûkê danûstandina cejnê dikir, wesayîteke ji kontrolê derketî lê da. Li cihê bûyerê ambulans hate sewqkirin û Denlî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Denlî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Denlî dê piştî karûbarên otopsiyê bê definkirin.