Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 11 Hezîran 2024 13:11
- |
EDENE - Zarokê sûriyeyî yê 12 salî ku li Edeneyê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin, ji asansorê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Ahmet ê 12 salî yê sûriyeyî ku li Taxa Kocavezîr a navçeya Seyhan a Edeneyê di atolyeya tekstîlê dihat xebitandin, ji asansorê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Xebatkarên agirkujiyê cenazeyê zarokî ji asansorê derxist. Li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Piştî lêkolîna dozger, cenazeyê zarokî rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK).