Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
- Rojane
- |
- 11 Hezîran 2024 08:10
- |
STENBOL - Parlamenterên DEM Partiyê li sûrên Sarçhaneya Stenbolê pankarta "Taksîm Colemêrg ya me ye, ji 1'ê Gulanê re azadî, qeyûm bicehime" daliqandin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Kezban Konukçu û Çîçek Otlu, ji bo tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê protesto bikin, li navçeya Fatîhê ya Stenbolê bi sûrên li Saraçhaneyê ve pankarta "Taksîm û Colemêrg ya me ye, ji 1'ê Gulanê re azadî, qeyûm bicehime" daliqandin. Parlamenteran dirûşmeya "Bijî berxwedana Colemêrgê" û "Qeyûm wê biçin, em ê bimînin" berz kirin.