Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku li navçeya Payîzava wesayîta leşkeran qelibî û 4 leşker birîndar bûn. 
 
Wesayîta leşkerî ku ji Wanê leşkeran vediguhest Colemêrgê li nêzî navçeya Payîzavayê ya Wanê qelibî. Sedemê qezayê nehat zanîn û ji ber çi rû daye. Di encama qezayê de 4 leşker birîndar bûn.